Çavkaniyên xwecihî: Kurdan û Esed li hev kir, îsev derbasî Kobanî dibin

13 cotmeh 2019 23:16
Çavkaniyên xwecihî: Kurdan û Esed li hev kir, îsev derbasî Kobanî dibin

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên vekişîna hêzên Amerîkî ji Kobanî, Eyn Îsa û Minbicê çavkaniyên herêmê radigihandin ku artêşa Sûriyê ligel Rûsyayê ketiye tevgerê ku li wan herêman bicih bibe.

Herî dawî ajansa North Press bi zarê rayedarekî Kurd bi navê Muhammed Şahin ragihand ku HSDê û hikûmeta Sûriyê li hev kirine û dê îşev li gorî wê rêkeftinê artêşa Sûriyê bikeve Kobaniyê.

Herwiha çavkaniyên herêmê jî radigihînin ku dê artêşa Sûriyê di nav 48 saetan de bikev Minbicê.

Li demeke ku artêşa Tirkiyê û komên tundrew ên Sûriyê, hem ji esmanî hem jî bejahî bi tundî êrîş Rojavayê Kurdistanê dikin, bi ketina herêmê ya artêşa Sûriyê û Rûsyayê re rasterast rûbirûyî êrîşên Tirkiyê dibin ku tê çaverêkirin Tirkiye neçar bimîne wan êrîşan rawestîne.