TEV-DEMê bersiv da gotinên Esed: Înkara Kurdan xizmeta çareseriyê nake!
PeyamaKurd – Bertekên dijî daxuyaniyên Esed ku pirsa Kurd li Sûriyê di hevpeyvîneke ligel medya Rûsî înkar kiribû, dewam dike.
Piştî ENKSê TEV-DEMê bi daxuyaniyekê helwest li dijî daxuyaniyên Esed nîşan da û wiha got: “Piştî ku rejîmê nikarî vîn û yekîtiya gelan têk bibe, hewl da fitnê di navbera pêkhateyan de biçîne. Herwiha piştî nikarîbû êlan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, daxuyaniyên li dijî Kurdan dide û dibêje Kurd ne ji Sûriyê ne.”
TEV-DEM di berdewamê de dibêje, “Ev daxuyanî nakevin xizmeta çareseriya Sûriyê û çareserî ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên teror tune kirine ye, gelê ku gelek destkeftî bi dest xistin û yekîtiya axa Sûriyê ji bo Sûriyeyek demokratîk a ne navendî parastin.”
Di daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a salvegera 16an a serhildana 12ê Adara 2004an a li Qamişlo de, tê gotin; komploya plankirî ya li dijî gelê Kurd, ku rejîma Baas dixwest nasnameya Kurdên li Rojava û Sûriyê tune bike, lê ew bûyer veguherîn serhildana gel li hember komplogerên Baas ên şovenîst.
TEV-DEMê ragihand, di encama berxwedana gelê Kurd de, serhildan li tevahiya bajarên Rojava belav bû û asta bandora rejîma Baas bi ya Tirkî li gel lihevkirina Adanayê, hat eşkere kirin.
Esed hêzên Kurd wek terorîst bi nav kir û got: Pirsa Kurd xeyal û derew e
ENKSê bersiv da Esed: Hebûn û dîroka gelê Kurd, berî Sykes Picot û dewleta Sûrî ye...

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin