CHPê ev pirs kir: Gelo rast e zêdetirî 100 endamên Hizbullahê hatine berdan?

22 gulan 2019 20:36
CHPê ev pirs kir: Gelo rast e zêdetirî 100 endamên Hizbullahê hatine berdan?

PeyamaKurd – Partiya Komariya Gel a Tirkiyê (CHP) pirsnameyeke derbarê serbest berdana 100 endamên Hizbullahê de pêşkeşî seroktiya Parlamentoya Tirkiyê kir.

CHPê piştî biryara ji nû ve darizandinê û nîqaşên li ser di sala 2011an de sedemên serbest berdana endamên Hizbullahê yên ceza li wan hatiye birîn  pirsnameyek pêşkeşî parlamentoyê kir.

Di pirsnameya li ser navê parlamentarê CHPê Alpay Antmen ji bo Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul bersivê bide hatiye dayîn de tê gotin: Niha li girtîgehan çend endamên Hizbullahê hene? Gelo rast e ku ji 100 kesî zêdetir endamên Hizbullahê hatine tehliyekirin? Hejmara rast çiqas e?

CHP herwiha pirsa aqûbeta wan rêberên Hizbullahê yên reviyane derveyî welat dike û dibêje, dadger û dozgerên biryara tehliyekirina wan dane FETOcî bûne û ji ber wê jî darizandina dozên li ser endamên Hizbullahê hatine nûkirin yan na?