Ceza dan propogandaya di ser medya civakî de

26 tîrmeh 2018 21:39
Ceza dan propogandaya di ser medya civakî de

PeyamaKurd- Kesekî ji xelkê Sûriyê ku li bajarê Tirkistanê li Kayseriyê dimîne di ser hesabê xwe yê medyayê de, bi sedema ku behsa PKK/PYD-YPGê kiribû ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 4 emîn ve bi 1 salekî 6 meh û 22 rojan hat cezakirin. Ceza, cezayê zîndankirinê ye.

Di celse ya dadgehê de, parêzerê girtî amade bû. Kesê zîndanî got ku wî di ser hesabê xwe yê medyayê de wan tiştan belavkiriye û nizanibiye ku sûc e. Dadgeh piştî cezayê wî dayê, wî ji zîndanê berda û mafê dozgerê dadgehê û kesê Sûriyeyî heye ku îtîrazê li dadgeha bilind bike.