Cewad Zarîf kustina pisporê fîzîka nukleerî ya Mahabadî sermezar kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf kuştina pisporê fîzîka nukleerî û hem serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî yê wezareta bergiriyê ya Îranê Mûhsîn Fexrîzade Mahabadî ku li Tehranê di encama kemînekî de hat kuştin şermezar kir û di ser hesabê xwe yê Twitterê de got:
“Xuya dike ku êrîşê de destê Îsraîlê bi awayekî ciddî heye. Terorîstan îro zanayê li pêş yê Îraniyan kuşt. Awrûpa û civaka navdewletî bila di vê mijarê de teref negrin û em bende ne ku bûyerê şermezar bikin.”
Kuştina fîzîkzanê nukleerî ya Mahabadî li herêma Abserd a Tehranê, bi wextê Tehranê siet di 14.30 an de bi kemînekî êrîşî çêbû. Di dema ku otomobîla Mahabadî derbas dibû, otomobîlekî ku marka Nissan bû hat teqandin û bi sîlihan li otomobîla Mahabadî xistin. Wezareta bergiriyê ya Îranê jî got ku Mahabadî xedar birîndar bûye, hatiye birin bo nexweşxanê lê can daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin