Cewad Zarîf: “Em bo êrîsên ser Hewlêrê xemgînin”

28 nîsan 2021 05:12
Cewad Zarîf: “Em bo êrîsên ser Hewlêrê xemgînin”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf û heyeta pêre li Hewlêrê qebûl kir. Li gor ragihandina baregeha serokatiya herêmê; bi Cewad Zarîf re balyozê Îranê yê Iraqê Îrec Mescîdî, konsolosê Îranê yê li Hewlêrê Nasrullah Reşnûdî û konsolosê Silêmaniyê yê Îranê  Mehdî Şuşterî hebûn.

Barzanî got ku di wextên zor û zahmet yên Herêma Kurdistanê de, Îranê destekê daye Herêma Kurdistanê û têkiliyên her dû aliyan yên dîrokî hene û weha got:

“Wê Herêma Kurdistanê weka hûzûr û îstîqrarê bi Îranê re di çarçoveya berjewendiyên hevpar de, di nav têkiliyên cîrantiyê yên baş de be.”

Cewad Zarîf jî ragihand ku Îran dixwaze têkiliyên Îranê yên dîrokî bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixin. Zarîf behsa êrîşên roketî yên ser Hewlêrê kir û xemgîniya xwe anî ziman û weha got:

“Îran dixwaze herêm bi hûzûr û îstîqrar be. Îstîqrar û têkiliyên baş yên aborî bo berjewendiya her dû terefane.”

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna bi İŞİD ê re, hebûna hêzên koalîsyonê li herêmê, hilbijartinên Iraqê, Peymana Şengalê ya navbera Bexda û Hewlêrê, pêşdebirina bazirganiya navbera her dû welatan, bazirganiya sînorî û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê mijarên wan yên sereke bûn ku li ser wan axifîn.

Zarîf, di rojê de bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan kiribû.