Cewad Zarîf: Amerîka “dewleta rêbira ye”
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku Amerîka peymanên navdewletî qet qebûl nake û sîstema bazirganiyê ya dinyayê dixe talûkê. Zarîf Amerîkayê weka “dewleta rêbir” navand.
Zarîf ragihand ku wê Îran bi dewleteka ku soza xwe nagre û peymanên piralî sabote dike re, wê ti carê bazarê neke. Zarîf got ku Amerîka derbê li rêya çareseriya dîplomasiyê dixe.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, bo bi Îranê re rûnê û bazarê bike,12 xalan dabû ber Îranê. Zarîf bo wan xalan got; “beredayî û bêbinyat” in û hem Amerîka, di qada navdewletî de xwe bi tenê dihêle.
Zarîf li hemberê şertên Amerîkayê şertên xwe danî û ragihand ku divê Amerîka dev ji tehdîdên xwe berde û destê xwe nexe nava karên dewleteka din. Zarîf bo destpêkirina hevdîtinan got ku divê Amerîka hêzên xwe ji herêmê vekişîne, bila Îsraîl dev ji sîlihên nukleerî berde û nema sîlihan bifroşe Erebistana Si’ûdiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin