Cesedê zilamekî di nav erd de hat dîtin

29 tîrmeh 2021 00:28
Cesedê zilamekî di nav erd de hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Midyadê mirovê bi navê M. Şefik Doğan ji do de wenda bû û malbata wî jê agahî nedistend. Îro cenazê Doğan di nav zeviyeka nêzî sîta sanayiyê de hat dîtin.

Dema cesedê M. Şefik Doğan dîtin, hat fêmkirin ku bi gulê li serê wî xistine û hatiye kuştin. Cenazê Doğan bo otopsiyê birin morga nexweşxanê û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.