Cesedê Keldanî Simoni Diril hat dîtin

21 adar 2020 02:18
Cesedê Keldanî Simoni Diril hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Şirnexê li navçeya Beytuşebabê ji 11 ê meha yekê heya niha jin û mêrê Keldanî, Şîmonî Diril û jina wî wenda ne. Piştî 69 rojan cesedê Şîmonî Diril li binê gund di newalê de hat dîtin. Jin û mêr Diril li gundê Mehrî yê dijîn.

Bo karibin cenaze Şîmonî rakin, divê dozger û doktorê edlî herin ser cesed da otopsiya cesedî bikin. Birazî an xwaziyê Şîmonî, George Diril di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

“Biraziyê min îro li dora nîvro dema bizinên xwe diçêrand, nêzê malan li derekî, li kenarê çem cenazê Şîmûnî Diril dîtiye. Bo em bêhtir agahiyan bizanibin, divê em li benda encama otopsiyê bisekinin.”