Li Marasê cesedê xortekî di bin firanekê de dîtin

01 mijdar 2025 22:11
Li Marasê cesedê xortekî di bin firanekê de dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Andırınê li gundê Kurdan (Gokgedik)ê cesedê xortê bi navê Miraç Sağlam (17) di bin kûrahiya binê firanekî 80 metreyî de mirî dîtin.

Kesê navborî karê birîna daran dikir û dema bi hevalên xwe dê hevdîtin bikira ji ber neçû ciyê hevdîtinê, hevalên wî ketin nav gumanan.

Hevalên wî ji ber dibe wenda be an bûyerekî hatibe serê wî daxwaznamê dan hêzên ewlehiyê û lêgerîna lê destpêkir. Tîmên AFADê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê

Piştî xebata 24 seetan tîmên navborî bi tîmên şaredariyê re, bi seyên pispor û hem bi dronan lê geriyan heya cesedê wî di bin firanekê de dîtin.

Piştî cesedê Miraç Sağlam dîtin, cenaze xistin ereba cenaze û ew birin. Lêpirsîna cendirmeyan li ser bûyerê dewam dike.