CENTOMê, raporta operasyonên meha adarê ragihand
PeyamaKurd- Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku di meha adarê de li dijî IŞÎDê 37 operasyon hatine kirin, li Suriye û Iraqê 9 çekdarên IŞÎDê hatine kuştin û 18 endam jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya CENTCOMê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de hat diyarkirin ku li Suriyeyê bi hemahengiya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî IŞÎDê û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) 9 operasyon li dar xistine û di encamê de 2 çekdarên IŞÎDê hatine kuştin û 11 jî birîndar kirin.
Di dewama raportê de hat eşkerekirin ku li Iraqê 28 operasyonên hevpar hatine kirin û di encama operasyonan de 7 çekdarên IŞÎDê hatine kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne.
Berdevkê CENTCOMê Joe Buccino, di derbarê operasyonan de daxuyanî da û got, "Her çiqas şiyana wê kêm bûye jî lê hîn jî li herêmê û derveyê welêt, destbikêriya xwe ya ku îlhamê dide êrîşan, diparêze.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin