CENTOM: Bi operasyona hevbes, serkirdeyek ISÎDê hat girtin
PeyamaKurd- Ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hat ragihandin ku yek ji serkirdeyên IŞÎDê, li rojhilatê Suriyeyê di operasyoneke hevbeş a ligel HSDê de hatiye girtin.
Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku operasyon bi Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ku avahiya banê wê ji aliyê YPGê ve hatiye avakirin, hatiye lidarxistin û ev agahî hatin dayîn:
"Di saetên pêşîn ên 18ê Sibatê de CENTCOM û HSDê, bi helîkopteran êrîşî rojhilatê Suriyeyê kirin û Efserê Herêma Suriyeyê yê IŞÎDê Batar hat girtin. Batar, plana êrîşa li ser girtîgehên ji aliyê HSDê ve dihatin parastin dikir û teqemeniyên destan çêdikirin.
Ji bo serkeftina vê yekê, me plansaziyeke berfireh amade kiriye. Di vê çalakiyê de tu sivîl û hêzên Amerîka û HSDê nehatin kuştin û ne jî birîndarî çêbû."
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat destnîşankirin ku êrîşa helîkopterê, bi HSDê re hatiye pergalkirin.
Serkirdeyên payebilind ên IŞÎDê hatin kuştin
Her wiha ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku di encama êrişa helîkoptereke Amerîkayê li bakurê rojhilatê Suriyeyê de serkirdeyekî terorên IŞÎDê hatiye kuştin û 4 leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku operasyon duh bi hevkariya Amerîka û HSDê hatiye pergalkirin û hat gotin ku di encama teqîna li ser hedefekê de 4 leşkerên Amerîkî û kûçikekî wezîfedar birîndar bûne.
Hat eşkerekirin ku di encama vê operasyonê de jî serkirdeyê payebilind ê IŞÎDê Hemze El Humsî ku hatibû armanckirin, hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin