Çente hilgir û pasewanê Pûtîn ji serê xwe birîndar bûyî hat dîtin!

23 hezîran 2022 19:34
Çente hilgir û pasewanê Pûtîn ji serê xwe birîndar bûyî hat dîtin!

PeyamaKurd –Hat ragihandin ku fermandarê rûsî yê bi navê Vadîm Zimîn ku wekî çente hilgirê Pûtîn tê naskirin, di mala xwe ya li bajarê Krasnogorskê de, birîndar hat dîtin ku gule bi serê wî de hatiye teqandin.

Li gorî medya Rûsî, Zimîn bi giranî birîndar bûye, lê derbarê awayê birîndarbûnê û sedema wê ti hurgilî nehatine belavkirin.

Herwiha hatiye îdiakirin ku Zimîn piştî ku dest bi erka pilebilind a dewletê kiriye, navê wî bi gendeliyê derketiye û di demeke wiha de jî hewla kuştina wî hatiye dayîn.

Hatiye diyarkirin, dema bûyerê hevjîna wî ya doktor ne li mal bûye û niha jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.

Pasewan Zimîn bi hilgirtina çenteyê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, li merasîma cenazeyê neteweperestê rûsî Vladimir Jirînosky di wêne de hatibû dîtin, ku herwiha wî alavên pêkandina fuzeyên startejîk ên Kremlînê jî di çenteyekî de hilgirtibû.