Sêxê esîreke ereb bi hilgirtina çekê banga serê dijî HSDê kir!
PeyamaKurd – Şêxê eşîra Beggare li Dêrezorê Newaf El-Beşîr bi cilûbergên leşkerî û tivinga xistiye destê xwe, banga şerê dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li eşîrên ereb kir.
Newaf El-Beşîr ku wek alîgirê Îran û rejîma Sûriyeyê tê zanîn ji bo şerkirina li dijî HSDê û rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê wiha axivîye:
“Divê hûn hemû weke yek mirovî bi hev re rabin. Ev qonaxeke dîrokî ye, divê em hemû yekrêz bin li dijî vê projeya Kurdî – Zeyonî. Armanc ew e ku me parçe bike û ji hev bixe da ku em derbider û li bin konan li derveyî navçeyên xwe bijîn. Xelkên eşîran li Dêrezorê, yên li gel HSDyê ne, hûn li nav HSDê çi dikin?! Ew birayên we re şer dikin. Hûn li dijî kesûkarên xwe, dîroka xwe, welatê xwe û li dijî ola xwe ne, ji bo hinek dolar?! Gelo hûn nizanin ev pere û dolar ji petrol û gaza me ne?! Kurdên Qendîlê me talan dikin, petrol, gaz, dexlûdan û pembo talan dikin û ji pereyên we, pereyên gelê Sûriyeyê, li we xerc dikin. Divê hûn ji hemû beş û dezgehên HSDyê vekişin û piştgiriya kesûkarên xwe bikin. Bi çek, amûr û hammarên xwe vekişin û ji bo şer, tevlî eşîrên xwe bibin. Eger ne ev karwanên ku ji Hesekê tên, em dê bi ser ketibana û şer ji çend rojan ve, dê bi dawî bûba.”
Hêjayî gotinê ye, HSDê piştî çareserkirina aloziya li Dêrezorê dabû xuyakirin ku “destên derve di aloziyê de hebûn”.
HSDê piştî 12 rojan a operasyonên li Dêrazorê rewşa deverê kontrol kiriye û komên çekdar û eşîrên serhildêr neçar bûne vekişin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin