CENTCOM: Tu keştî nekarî dorpêçê bişkîne
Fermandariya Navendî ya Amerikayê (CENTCOM) derbarê dorpêçkirina li ser Tengava Hurmuzê de ragihand ku di nav 48 saetên pêşîn de tu keştiyek nekarî bûye dorpêça Amerîkayê bişkîne.
RûpelNews - CENTCOMê derbarê dorpêça li Tengava Hurmuzê de, amar û agahiyên dawî parve kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat gotin: "Di 48 saetên pêşîn de tu keştiyan nekarî ji gemaroya Amerîkayê bişkîne, û 9 keştî li ser fermana hêzên Amerîkayê vegeriyane benderên Îranê an jî herêmên peravê."
Di daxuyaniyeke din de jî hat ragihandin ku CENTCOM operasyonên xwe di bin dorpêçê de didomîne û keştiyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê gerên xwe anku dewriyeyên xwe li Kendava Ummanê didomînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "hêzên Amerîkayê di amadebaşiyê de ne bo her egera êrîşekê.”
