CENTCOM: 8 pergalên hewayî yên Hûsiyan hatin têkbirin

07 hezîran 2024 17:58
CENTCOM: 8 pergalên hewayî yên Hûsiyan hatin têkbirin

PeyamaKurd - Fermandehiya Navendî (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku hêzên wan ên li Deryaya Sor, 8 pergalên hewayî yên frokeyên bêmirov ên li herêma di bin kontrola Hûsiyan de ye hatine têkbirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê Xê yê CENTCOMê hat dayîn de hate diyarkirin ku keştiyeke hevpeymaniya navneteweyî ku DYA serkêşiya wê dike, li Deryaya Sor hêrişî pergalên hewayî yên frokeyên bêmirov ên Hûsiyan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 demjimêrên dawî de, li gel 2 maşînên leşkerî yên bejayî, 8 pergalên hewayî yên frokeyên bêmirov ên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ne hatine têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hûsiyan mûşekeke balîstîk a dijekeştî (ASBM) avêtine, lê belê ji ber vê hêrişê ti ziyaneke can û malî çênebûye.