CENTCOM: 7 pergalên radarê yên Hûsiyan hatin têkbirin

15 hezîran 2024 18:48
CENTCOM: 7 pergalên radarê yên Hûsiyan hatin têkbirin

PeyamaKurd - Piştî ku Hûsiyên Yemenê yên ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike, li Deryaya Sor hêrişên xwe yên li dijî keştiyên bazirganî û yên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî zêde kirin, artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên wan ên deryayî, li Yemenê heft radarên Hûsiyan têk birine. 

Hêzên Rojhelata Navîn yên Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya DYAyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan 7 radarên Hûsîyan ên ku rêberiya frokeyên bêmirov dikirin, di kêliya ku hewl didan hêrişî keştiyan bikin û tevgera bazirganiyê têk bibin de hatine têkbirin.

CENTCOMê diyar kir ku di 24 demjimêrên dawî de li Yemenê, li deverên di bin kontrola Hûsiyan de, ligel van radaran, 2 ferîbot û frokeyeke bêmirov jî hatine têkbirin.

Li gorî nûçeya Agence “France Presse”, ev hêrişên DYAyê di demekê de pêk hatine ku Hûsiyan hêrişên xwe yên li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor zêde kirine.

Ji aliyê din ve Ajansa Ewlehiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku piştî Hûsiyan li Deryaya Sor keştiya barhilgir “Tutor” a Yewnanistanê kir armanc û keştiyê av girt, hêzên wan personelên keştiyê rizgar kirine û ti ziyanek negihîştiye personel.