Çekdarên girêdayî Tirkî 6 kesên din ji Efrînê revandin
11 sibat 2022 15:03
PeyamaKurd – Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkî, 6 kesên din revandin.
Malpera Efrîn Postê diyar kiriye, çekdaran du welatî ji heman malbatê li gundê Quta yê bi ser navçeya Bilbilê revandin.
Hatiye eşkerekirin, çekdaran girtine ser malên her welatiyên bi navê Kemal Cafer yê 47 salî û Ehmed Cafer yê 48 salî û ew revandine. Herwiha heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Di berdewamiyê de hat ragihandin ku çekdarên ser bi dewleta Tirkî, ji navenda Efrînê 4 kesên din revandine û heta niha navên wan eşkere nebûne.
Li aliyê din hat diyarkirin, çekdaran herî dawî 25 dar li gundê Xalnêrê birîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di êrîsa çekdarên girêdayî Tirkiyê de 3 koçberên Efrînê birîndar bûn
18 rbn 2024
Cîhan
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 welatiyên din ji navçeyên Efrînê revandin
24 tbx 2022
Jiyan
SOHR: Çekdarên girêdayî HTSê li Humsê 22 kes kustin
24 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin