SOHR: Çekdarên girêdayî HTSê li Humsê 22 kes kustin
24 rêbendan 2025 22:40
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Humsê di 72 saetên dawî de, di encama êrîşên ser pêkhateyên elewî, şîe û murşîdiyan ên çekdarên girêdayî HTŞê de, 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, komên çekdar ên xwecihî yên girêdayî rêveberiya HTŞê di 72 saetên dawî de li gundên niştecihên wê elewî, şîe û murşidî, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîne û di encamê de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
SOHRê herwiha da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Li ‘herêma bêçek’ a Helebê 3 çekdarên HTSê hatin kustin
28 adr 2023
Cîhan
SOHR: Li Serêkaniyê 7 çekdarên girêdayî Tirkiyê teslîmî HSDê bûn
01 mjd 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin