Çekdarên êrîsker 29 dawetvaniyan revandin

14 hezîran 2022 03:29
Çekdarên êrîsker 29 dawetvaniyan revandin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê konwoya dawetê ku ji dawetê dadigeriya, ket kemîna grûbên çekdar û herî kêm 29 dawetvaniyan dîl girtin. Li gor ragihandina çapemeniya cîh, pêşî ji konwoya dawetê re barîqet danîne û piştî konwoy sekiniye, bi çekan li wan xistine. Gelek kes di wexta revê de birîndar bûne lê xwe rizgar kirine lê çekdaran 29 kesan dîl girtine.

Polîsê eyaletê ragihand ku ew ketine pey kesên ku dawetvaniyan revandine. Li Nîjeryayê û li hewza ku Nîjerya tê de ye, gelek caran bûyerên weha çêdibin û gelek caran kesan direvînin da ji malbatên wan fidye bistînin.

Serokê dewleta Nîjeryayê Muhammed Bûharî do ragihandibû ku li seranserê welat êrîşên grûbên çekdar zêde bûne û ji bo çareseriyê ji destê dewletê çi tê texsîr nake.

Li Nîjeryayê di her sê mehên ewilî yên salê de herî kêm 3.500 kes ji aliyê grûbên çekdar de hatine kuştin û bi hezarî kes dîl xistine.