Çekdaran li Girê Spî 11 endamên esîreke Ereb revand

29 rêbendan 2021 20:02
Çekdaran li Girê Spî 11 endamên esîreke Ereb revand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, 11 kes ji eşîra Teyî revandin.

Çavkaniyên xwecihî dane xuyakirin ku çekdaran 11 kes li bajarokê Silûk ê bajarê Girê Spî revandine.

Hat ragihandin ku kesên hatine revandin, 5 ji wan jin û 6 mêr ên ji eşîra Teyî ya Ereb in.