Çavusoglu: Mafê me heye em li Sûriyê bimînin, di mijara PKKê de jî bi rejîmê re hevnêrîn in
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji ber ku Tirkiye hevsînorê Sûriyê ye li wir dimîne, lê ne wek Amerîka ku ji bo petrolê li wir maye. Çavuşoglu herwiha da zanîn ku Tirkiye û rejîma Sûriyê di mijara PKKê de di heman nêrînê de ne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji televizyona NTV ya Tirkiyê re gotiye, hebûna Amerîka li Sûriyê bi kêlgehên petrolê ve girêdayî ye. Amerîka ne li ser daxwaza Sûriyê ye û ne jî sînorê wê bi Sûriyê re heye.
Çavuşoglu diyar kiriye, ew li Sûriyê ne, ji ber ku sînorê wan bi Sûriyê re hevbeş e û metirsî li ser wan heye û mafên wan e ku li wî welatî bimînin.
Wezîrê Tirk daye xuyakirin, Tirkiye piştevaniya yekperçeyîya xaka Sûriyê dike û alîkariyên mirovî pêşkêşî gelê Sûriyê dike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kiriye: “Rêjîmek li Sûriyê heye, ji aliyê cîhanê ve nayê naskirin, ji ber wê bêguman em danûstandinên siyasî yên rasterast bi wê re dikin, lê di pirsên ewlehî û şerê li dijî terorê de.”
Çavuşoglu herwiha bibîr xistiye ku ew di mijara PKKê de bi rejîma Sûriyê re di heman nêrînê de ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin