Çavusoglu: Hevdîtin didomin, nêrîna me û Rûsya nêzî hev dibe
PeyamaKurd - Piştî ku hevdîtinên heyetên Rûsya-Tirkiye li Enqere û Moskowoê yên derbarê Idlibê de, bê encam bidawî bûn, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku nêrînên wan û rûsan nêzî hev dibin û ew dê danûstandinên bi Rûsyayê re xurtir bikin ku hê jî rewşa Idlibê nîqaş dikin.
Mevlut Çavuşoglu îro da xuyakirin, nêrînên wan û Rûsya derbarê Sûriyê de, nêzî hev dibin, lê dîsa jî ne li gorî dilê wan e.
Çavuşoglu got ku ew ê danûstandinên xwe yên bi Rûsyayê re xurttir bikin û ihtîmal heye ku Erdogan û Putin jî rewşa Idlibê gotûbêj bikin.
Ev daxuyaniya Çavuşoglu di demeke ku doh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefên şer li rejîma Sûriyê xwaribûn tên ku herwiha veguheztina leşkerî bo herêma Idlibê jî bê navber berdewam dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin