Çavusoglu bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu li Enqerê bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir O. Pedersen re civiya.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir: "Me bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Pedersen re hevdîtin kir. Me piştgiriya xwe ya ji bo biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254an, pêvajoya siyasî û Komîteya Destûra Bingehîn dubare kir."
Mewlûd Çavuşoglu diyar kir, ji bo hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkiye-Rûsya-Sûriyê hêj dîrokeke diyar tuneye û got, "Dibe ku di serê meha Sibatê de hevdîtin çêbibe.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî got, "Me wek Rûsya-Tirkiye-Sûriyeyê pêvajoyek da destpêkirin. Em ê wezîrên xwe yên karên derve bînin cem hev û paşê li gor geşedanan em ê wek serok bên cem hev."
Herwiha Kremlînê ragihand, îro di pêwendiya telefonî ya navbera Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de behsa asayîkirina navbera Enqere û Şamê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin