Çavkaniyên Samê ketina artêsa Îsraîlê ya nav erda Sûriyê red kir

13 cotmeh 2024 14:04
Çavkaniyên Samê ketina artêsa Îsraîlê ya nav erda Sûriyê red kir

PeyamaKurd – Çavkaniyên nêzî rejîma Sûriyê, li ser îdiayên ku dê Îsraîl eniyeke nû ya şer li başûrê Sûriyê veke û hêzên Îsraîlê jî dest bi ketina nav sînoran kirine, red kirin.

Rojnameya El Weten a fermî ya Sûriyê bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye, nûçeyên “Îsraîl amadekariyên vekirina eniyeke nû li Colanê dike” ne rast in.

Herwiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Quneytîrayê hatine wergirtin hatiye gotin, "Îdiayên ku dibêjin Îsraîlê çend metre ketiye devera Kodane, herwiha agahiyên li ser tevgerên Îsraîlê yên li herêmê û vekişîna hêzên Rûsyayê ne rast in."

Hin çavkaniyên herêmê ragihandibûn ku tankerên Îsraîlê tevî maşîneyan rêyeke leşkerî ya axî li herêma Colanê vedike ji bo amadekariya vekirine eniyeke nû ya şer li Sûriyê.