Çavên dinyayê li Pakistanê ne: Amerîka û Îran dê ji bo 'aştiyê' bicivin
Hevdîtinên girîng yên di navbera Amerîka û Îranê de dê îro li Îslamabad a paytexta Pakistanê, dest pê bikin. Şandeyên her du aliyan gihîştine Pakistanê.
RûpelNews - Şandeya Amerîkî û Îranî ji bo aşitiyê li Îslamabadê dicivin. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ev danûstandin wekî kêliyeke 'yan her tişt yan tiştek' bi nav kir, di heman demê de lûtke bûye sedema tevgereke mezin di nav civaka navneteweyî de.
Şanda Îranî ku ji 71 kesan pêk tê di nîvê şevê de gihîşt bajêr: Şanda Amerîkayê jî vê sibehê gihişt Îslamabadê. Tê payîn ku danûstandin tevahiya rojê bidomin û dibe ku heta roja Yekşemê jî berdewam bikin.
Trump cîgirê xwe rêkir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, Cîgirê Serok JD Vance wekî pêşengê danûstandinan tayîn kir. Ev pêngav wekî nîşaneke xurt a biryardariya Washingtonê ya ji bo temamkirina peymanê hate şîrovekirin.
Vance bi zava û şêwirmendê berê yê Trump Jared Kushner, û balyozê Rojhilata Navîn Steve Witkoff re ye.
Qalîbaf serokatiya şanda Îranê dike
Serokatiya şanda Îranê ji aliyê Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ve tê kirin.
Her çend bernameyeke fermî nehatiye ragihandin jî, tê ragihandin ku danûstandin dikarin çend rojan bidomin. Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê diyar kiriye ku danûstandin dikarin piştî agirbestê heta 15 rojan dirêj bibin.
Digel ku rêveberiya Tehranê israr dike ku divê pêşmerc berî destpêkirina danûstandinan bên pêkanîn, aliyê Amerîkî tekezî li ser pêwîstiya 'danûstandinên bi niyeta baş' dike.
“Divê agirbest Lubnanê jî li xwe bigire”
Qalîbaf diyar kir, 'Divê li Lubnanê agirbestek were danîn berî danûstandinên li Pakistanê.' Wî her wiha anî ziman, 'Divê sermayeyên cemidandî yên Îranê jî bên berdan.'
Hurmûzê û bernameya atomî mijarên sereke ne
Di nav mijarên herî girîng ên rojeva lûtkeyê de ji nû ve vekirina Tengava Hurmûzê û çalakiyên atomî yên Îranê hene.
Digel ku rêveberiya Washingtonê vekirîhiştina Tengavê ji bo ewlehiya enerjiyê ya cîhanî wekî jiyanî dibîne, sînordarkirina çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê yên Tehranê jî wekî yek ji mijarên herî dijwar ên li ser masê derdikeve pêş.
Tê nirxandin ku armanca sereke ya rêveberiya Trump bidawîkirina şer û ragihandina serkeftineke siyasî ye.
Li Îslamabadê bergiriyên berfireh hatine girtin
Ji ber lûtkeyê, li Îslamabadê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatine girtin. Her çend hikûmetê du rojan betlaneya giştî ragihandibe jî, zêdetirî 10 hezar endamên hêzên ewlehiyê li paytextê hatine bicihkirin.
Balafira ku şanda Îranê vediguhast, dema ku ket nav asîmana Pakistanê, ji aliyê sîstemên hişyariya zû, balafirên şerê elektronîk û balafirên şer ve hat parastin. Şanda Îranê ji aliyê yekîneya komando ya sereke a Pakistanê ve ji balafirgehê heta navenda bajêr hat parastin.
Aloziyên li herêmê berdewam dikin
Digel ku danûstandin berdewam dikin, aloziyên li herêmê kêm nebûne. Hat ragihandin ku jêrzemînên li Lubnanê tijî bûne û zêdetirî nîvê dibistanan ji bo bicihkirina kesên koçber tên bikaranîn.
Her çend aliyê Îsraîlê diyar kiriye ku ew ji bo Lubnanê amadeyî pêvajoyeke cuda ya agirbestê ye, ew tekez dike ku ew ê rasterast bi Hizbulahê re danûstandinan neke.
