Cara ewil ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve besdarî GYLFê dibe!
PeyamaKurd – Cara ewil ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve û bi fermî beşdarî civîna rêveberên ciwanên siyasî ya cîhanê dibe.
Civîna rêveberên ciwanên siyasî li Cîhanê (GYLF) her sal li Îspanyayê bi beşdariya sedan ciwanên siyasî û rêveberên diyar ên cîhanê ve birêve diçe û îsal (22.09.2019) dest pê kir û heta 28ê mehê jî dê berdewam be.

Civîna îsal de yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdar bû.
Cîgirê serokê her du rêxistinên Ciwanên Siyasî yê Ewropa û Cîhanê û Nûnerê Yekitiya Ciwanên PDKê li derveyî welat Felah Hesen wek nûnerê ciwanên Kurdistanê beşdarî civînê bûye û ji basnewsê re ragehand, giringe her takekesekî Kurdistanê li derve nûnertiya gelê xwe bike û dosyaya rewa ya gelê kurd bigehîne cîhanê û binasîne.
Di civîna rêveberên ciwanên cîhanê de bi dehan serokên welat, serok û berpirsên payebilind ê welatan ên berê behsa ezmûnên xwe dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin