Çar pisporan hisyarî da: Li Colemêrgê erdhejeke pile 7 pêk tê

05 rêbendan 2024 21:11
Çar pisporan hisyarî da: Li Colemêrgê erdhejeke pile 7 pêk tê

PeyamaKurd - 4 pisporên  erdhejê, bi şêweyeke îstîsta, bihevrayî pêşbînî kirin ku wê li parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê erdhejeke pile 7 pêk bê.

Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan, Okan Tuysuz, Nacî Goruz û Dogan Perînçek ji bo Colemêrge hişyarîya erdhejê dan û bi hevrayî gotin wê li vî bajarî erdhejeke pile 7 rû bide.

Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan li ser hesabê xwe yê X'ê gotareke nivîskî parve kir û destnîşan kir ku ew pêşbînî dikin ku li Colemêrgê, bi pileya 7 erdhejek rû bide.

Fîzîkzanê zemînê Prof. Dr. Ahmet Ovgun Ercan di gotara xwe de got: Bi taybetî ez û 3 pisporên erdhejê, zemînnas Prof. Dr Okan Tuysuz, Prof. Dr. Nacî Gorur û Prof. Dr Dogan Perînçek, heman pêşbîniyê dikin ku wê li Colemêrgê erdhejeke pile 7 pêk bê."

Fîzîkzanê zemînê Ercan got ku ew pêşnîyaz dikin ku demildest li Colemêrgê kar û xebatên veguherîna bajarê bê destpêkirin.