Car din hunermendê sînamayê Kadir Inanir birin nexwesxanê
30 gulan 2024 00:11
PeyamaKurd – Hunermendê sînamayê Kadir İnanır berê bi sedema pirtikên xwînê çûbûn ser mêjiyê wî, li nexweşxanê derman kiribûn û paşî ji nexweşxanê derketibû. Li ser xerabûna rewşa Kadir İnanır, îro car din ew birin nexweşxanê lê heya niha di derbarê rewşa tenduristiya wî de ti kes ragihandinê nekir.
Ragihandina birina Kadir İnanır (75) ya nexweşxaneyekî taybet ji aliyê Ekol TV de hatiye kirin. Teşxîsa ku jê re danîne ‘xerabûna rewşa giştiye’ û niha di beşa hûrlênêrînê de ye.
Hevjîna Kadir İnanır, Jülide Kural li ser rewşê gotiye bila herkes sebir bike û kengê doktorên wî agahiyê dane wê, dê ew jî bi raya giştî re parve bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Kadir Inanir hê jî entube ye
26 adr 2024
Magazîn
Hunermendê sînamayê yê bi nav û deng Tarik Akan li ser gora xwe hat bibîranîn
16 îln 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin