Çalakvanên Îranî: Nema em tehemmula rejîma Îranê dikin

04 cotmeh 2022 01:21
Çalakvanên Îranî: Nema em tehemmula rejîma Îranê dikin

PeyamaKurd – Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê, Îran, Belûcistan û eyaletên din dewam dikin. Herî dawiyê keça Kurd Mahsa Jîna Emînî ji aliyê polîsên Tehranê de hatibû şehîdkirin. Li gor medya dinyayê bi taybetî li gor nûçeyên li ser rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan radigihand ku ji her çend rojan carekî çend kes bi sedemên siyasî dihatin dardekirin û xelkê heya roja 16 ê êlûna 2022an heya roja kuştina Emînî tehemmula rejîma Îranê kir. Lê vê carê xelk li hemberê rejîmê serî hildaye.

Nêzî 20 roje ku xelk bi xwendevanên zankoyan ve li kuçe û kolanan sloganên weka “Jin, Jiyan, azadî”, “mirin ji bo dîktartor” û “mirin ji bo komara Îslamî” diqêrin û dimeşin.

Li ser mijarê Îraniyên ku ji bo BBC yê diaxifin dibêjin ku xwepaşandanên Îranê ne tenê encama zilm û zora rejîmê ya ji bo rojekiye ançend rojaye û weha dibêjin:

“Demeke dirêje ku neheqî, ruşwet û newekheviyên aborî dewam dikin û van xwepêşandanan berteka encama van kiryarên rejîmê ne.”