Çalakiya TEDx Nishtiman îro li Hewlêrê birêve diçe

24 tebax 2019 15:20
Çalakiya TEDx Nishtiman îro li Hewlêrê birêve diçe

PeyamaKurd - Li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman birêve diçe û di konferansê de 12 axifgêr bi mijarên cur bi cur behsa çîroka serkeftina xwe dikin.

Li Hewlêrê îro 24ê Tebaxa 2019an Konferansa Navdewletî ya ‘TEDx Nishtiman’ li Hola Sead Ebdulla bi beşdariya 12 kesên serkevtî birêve diçe.

Îro çaremîn Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman saet 10.30an bi beşdariya 12 axivGêran dest pê kir û ew bi mijarên cur bi cur behsa ezmûna xwe ya kar û rêya serkeftina xwe dikin.

TEDx Nishtiman konferanseke cîhanî ye û salane li zêdetirî 160 welatan ji aliyê gencan ve tê rêkxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di nava axivgêrên îsal de hunermendê kurd ê bi nav û deng Ednan Kerîm û Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan jî heye.