Veberhênerên Kurd çalakiya ‘Gef û êrîs nikarin pêsketina Hewlêrê rawestînin’ li dar xist
24 rêbendan 2024 05:01
PeyamaKurd – Bi beşdariya veberhêner û karsazên Herêma Kurdistanê, îro 23yê Çileyê çalakiya ‘Gef û êrîş nikarin pêşketina Hewlêrê rawestînin’ hate lidarxistin.
Hate ragihandin ku çalakiya navborî ya bi beşdariya veberhêneran, ji bo girîngîpêdana pêşketina sektorên veberhênan û avadankirinê hatiye lidarxistin.
Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê Muhammed Şukrî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di nav de gelek veberêhener û xwediyên kompaniyên avakirina avahiyan beşdarî li vê çalakiyê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin