Bû yekem: Serweta Elon Musk ji 800 milyar dolarî derbas bû

04 sibat 2026 17:21

Milyarderê Amerîkî Elon Musk, piştî ku şîrketa wî ya fezayê û hewavaniyê SpaceX, şîrketa xAI ya di warê zîrekiya çêkirî û medyaya civakî kirî, bû yekem kesê ku serweta wî gihîştî 800 milyar dolarî.

Bû yekem: Serweta Elon Musk ji 800 milyar dolarî derbas bû
Elon Musk
Nivîskar: editor2

RûpelNews- Li gorî Forbesê, tê texmînkirin ku peymana SpaceX û xAI serwetê Musk bi 84 milyar dolarî zêde kiriye û gihandiye 852 milyar dolarî û nirxê giştî yê şirketa yekbûyî jî 1,25 trîlyon dolar tê texmînkirin.

Tê gotin ku Musk, ku beriya peymanê xwediyê nêzîkî ji sedî 42ê SpaceX û ji sedî 49ê xAI bû, niha xwediyê ji sedî 43yê parên şirketa yekbûyî ye ku nirxê wan 542 milyar dolar e.

Ev hejmar nîşan didin ku SpaceX ji dûr ve sermiyanê Musk ê herî biqîmet e, di heman demê de tê zanîn ku Musk xwediyê ji 12 sedî para Tesla û opsiyonên para yên bi nirxê 124 milyar dolarî ye.

Serweta Musk di Cotmeha 2025an de gihîşt 500 milyar dolarî, di Kanûnê de bi nirxandina SpaceXê re 600 milyar û tenê çar roj şûnde gihîşt 700 milyar dolarî.

Li gorî Forbesê, Musk bûye duyemîn kesê herî dewlemend ê cîhanê û bi 578 milyar dolarî ji hevdamezrînerê Google Larry Page derbas bû û bi vê yekê gavekê nêzîkî bûyîna yekemîn trîlyonêrê cîhanê bû.