Brîtanya seha hewayî bo balafirên Boeing 777 an qedexe dike
PeyamaKurd – Brîtanya seha xwe ya hewayê bo balafirên rêwiyan bo Boeing 777 an qedxexe dike ji ber ku balafireka B77an wexta ji Amerîkayê bi hewa ketibû, motora wê xerab bûbû û mecbûr mabû xwe deyne balafirgeha Brîtanyayê.
Wezîrê gihandinê yê Îngîltere Grant Shapps, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandibû ku ew seha xwe bo balafirên Boeing 777 an yên ku motora wan Pratt Whitney 400-122 ne, dê bigre.
Di 20 ê meha sibatê de balafira ji Amerîkayê ji balafirgeha navdewletî ya Denverê bi hewa ketibû ku ya tîpa B777 ya aîdê şîrketa United a Amerîkayê, li hewayê motora wê xerab bûbû, motora wê jê ketibû. Perçeyên motorê li Brîtanyayê ketibû sehayekî bi firehiya 50 km yan û hinbek perçe ketibûn nav baxçê xaniyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin