Brîtanya:Ji ber ku ne endama NATO ye em ji bo Ûkrayna hêzê nasînin sînorê Rûsya
PeyamaKurd – Li demeke ku Amerîka, Yekîtiya Ewropa û NATO ji bo Rûsya êrîşî Ûkraynayê neke hişyariyê didin Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û dibêjin, wê bedelê wê giran be, ji Brîtanyayê jî daxuyanî hat.
Brîtanya dibêje, ji ber ku Ûkrayna ne endama NATO ye ew hêzê naşînin û ew dê tenê ji hêla dîplomatîk ve piştevaniyê bidin wan.
Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê Ben Wallace li ser pirsa ‘Gelo şer dest pê bike ew dê ji bo piştgiriya Ûkraynayê hêzê bişînin sînorên Rûsyayê?’ daxuyanî da.
Wallace got, heger şer dest pê bike ku ew îhtîmal pir kêm e Brîtanya hêzê naşîne û wiha pê de çû: “Ji vê rewşê Kiev (paytexta Ûkrayna) agahdar e. Sedema vê yekê jî ew e ku Ûkrayna ne endama NATO ye. Di vî warî de hewce nake em mirovan bixapînin. Wekî din lazime bê zanîn ku êrîşa li dijî Ûkraynayê nayê wateya êrîşa li dijî NATOyê. Di rewşa heyî de ne zelal e ku wê Pûtîn êrîşî Ûkraynayê bike. Lê tevî vê yekê jî tevgera leşkerî û zêdekirina hêza li ser sînor, nîşaneya êrîşê ye. Li hemberî vê rewşê, London di warê dîplomatîk de wê destekê bide Ûkraynayê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin