Brîtanya: Divê alîkariya tanq û balafiran ji bo Ukraynayê were kirin

28 nîsan 2022 19:56
Brîtanya: Divê alîkariya tanq û balafiran ji bo Ukraynayê were kirin

PeyamaKurd-Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê, ji welatên rojava yên hevpeymaniyê xwest ku tank û firokeyên şer bidin Ukraynayê.

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss di gotara salane ya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê de got ku nîşannedayîna helwesta aliyên rojava, şer sar nake; rê li ber Rûsyayê vedike ku êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê berdewam bike.

Liz Truss da zanîn ku depoyên Brîtanyayê bi çekên giran dagirtî ne û daxwaz kir ku tanq û firokeyên şer ji bo Ukraynayê bên şandin. Truss bi berdewamî got, “Em qet wê şaşiyê dubare nakin ku bi baweriya hinek aliyan, ji ber metirsiya zêdebûna aloziyan, nabe em çekên giran bidin Ukraynayê. Lê li gorî dîtina min, bêhelwestî rê li ber Rûsyayê xweş dike. Niha dema wêrekiyê ye, ne dema hişyarkirinê ye.”

Brîtanyayê heta niha bi qasî 565 milyon dolar hevkariya serbazî daye Ukraynayê. Lê ligel axaftina Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê, Berdevkê Serokwezîrê Brîtanyayê got ku tu planeke Brîtanyayê ya ku firokeyên şer ji Ukraynayê re bişîne, tuneye.