Breaking Defense: Amerîka 3 baregehên mayînde li Kurdistanê ava dike

29 rêbendan 2020 19:47
Breaking Defense: Amerîka 3 baregehên mayînde li Kurdistanê ava dike

PeyamaKurd- Lli demeke aloziya navbera Amerîka û Îranê berdewam e û vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê tê xwestin, hat ragihandin ku Amerîka jî li herêma Kurdistanê herî kêm li sê deverên nêzîkî sînorê Îranê baregehên mayînde ava dike.

Malpera Amerîkî Breaking Defense li ser mijarê  daxuyaniyên Pisporê Îsraîlî yê Rojhilata Navîn Profesor Uzî Rabî belav kir ku Rabî dibêje, Amerîka tevî daxuyaniyên Trump ên vekişînê jî hêzên xwe venekişandine û berevajî wan daxuyaniyan, li herêma Kurdistanê li nêzîkî sînorê Îranê hêzên xwe zêde kirine û 3 baregehên mayînde ava dike.

‘Wê Amerîka hebûna xwe ya li herêmê zêde bike’

Profesor Rabî dibêje, biryara Parlamena Iraqê ya piştî kuştina Qasim Silêmanî ne biryareke bikeve pratîkê ye û dê Amerîka berevajî vê biryarê hebûna xwe ya li herêmê zêde bike.

‘Li Silêmanî û Hewlêrê baregehên nû tên avakirin’

Li gorî daxuyaniyên pisporê Îsraîlî Amerîka li nêzîkî bajarê Helebceyê ku 14 kîlometre dûrî sînorê Îranê ye baregehekê ava dike û herwiha li Silêmanî û Hewlêrê jî dixwaze du baregehên din ên leşkerî ava bike.

Rabî dide xuyakirin ku heger Amerîka ji Iraqê vekişe, dê ziyaneke mezin bide dorpêçên ku li ser Îranê hatine sepandin û digel daxuyaniyên Trump jî Amerîka neçar e hebûna xwe ya li herêmê berdewam bike û vê jî bi avakirina baregehên li Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Rabî dide zanîn, “Ev yek ji aliyê hemû hêzên çalak ên li herêmê jî dihat pêşbînîkirin.”