Brayê mezin ê Figen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
Birayê mezin ê Figen Yuksekdag a ku hevseroka berê ya HDP ku ev nêzîkî 10 sal e di girtigehê de ye jiyana xwe ji dest da. Yuksekdag dema girtîgehê de bû berê jî du bra, yek xwişk û bavê wê jiyana xwe ji dest dabûn.
RûpelNews - M. Cavit Yuksekdag ê brayê mezin ê Figen Yuksekdag a hevseroka berê ya HDPê jiyana xwe ji dest da.
Yuksekdag ê ku ji zû da nexweş bû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê hewlên bijişkî têrî nekir û çû rehma Xwedê.
Cenazaya nimêja Yuksekdagî li navçeya Seyhan a Edeneyê roja Îniyê dê bê kirin pistin nimêja Îniyê cinaze li gun Golova ya navçeya Yumrutalik a Edeneyê li qebrîstana malbatê dê bê veşartin.
Figen Yuksekdag a ku ji sala 2016 an vir de di girtîgehê de ye di vê maweyê de bav, du bra û xweişkekê wê jiyana xwe ji dest dabûn.
Tê çaverêkirin Yuksekdag beşdarî merasîma cinezaya brayê xwe bibe.
