Borrell: Ser sibê destpê nake, lê em nikarin rastiyê înkar bikin
PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku divê Ewropî rêyên nû bibînin da ku di warê aborî de ji bo şerekî berfirehtir li parzemînê amade bibin.
Borrell di axaftina xwe ya di vekirina Foruma Aboriya Nû de diyar kir ku "Şerê bi tundî û kevneşopî yê li Ewropayê êdî ne xeyal e."
Borrell got, "Şer sibê destpê nake, lê em nikarin rastiyê înkar bikin."
Borrell bal kişand ser kêmasiyên Yekîtiya Ewropayê yên di warê parastinê de û got, "Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê Ajanseke Parastinê (Ewropa) ava kirin, lê fînanse nekirin."
Borrell bal kişand ser wê yekê ku rewşa ewlekariya Ewropayê ji ber şerê li Ukraynayê rastî "krîzeke hebûnê" tê û tekez kir ku pêwîstî bi amûreke nû ya fînansekirina nav-hikûmetê heye.
Herwiha Borrell amaje bi gefên Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî kir ku ji bo parastina hevpeymanên NATOyê yên li Ewropayê neparêze, ku ji bo berevaniyê têra xwe xerc nekiriye û wiha got: "Trump YE ji xewê hişyar kir û ew ji herêma aramiyê derxist."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin