Festîwala Dêrsimê sibê destpêdike
PeyamaKurd-Festîwala çand û xwezayê ya Mûnzûra Dêrsimê sibê destpêdike. Festîwal bo Nûpelda û Ayaz hat diyarîkirin. Amadekariya festîwalê temam bû û wê bi şî’ara “Xwedî li Dêrsimê, li ziman û çanda wê derkeve, bijî û bide jiyandin” ê destpêbike. Festîwala îsal bo Nûpelda û Ayazê 8 salî ku di 15 ê tîrmehê de di teqînekî de hatin kuştin, hat diyarîkirin.
Bo îzna festîwalê heya niha parêzgeha Dêrsimê bersiva îznê bi awayeka fermî nedaye lê komîta festîwalê ragihand ku di hevdîtinên bi rêvebiriya parêzgehê re, bi devkî îzna festîwalê dane. Festîwal dê ji meydana Seyîd Riza siet di 12.30an de destpêbike. Stada ku festîwal tê de bêkirin, ji niha de amade ye. Wargehên xwendevanan yên dewletê bo mêvanan amade ne.
Di festîwalê de muzîk, ekolojî, ji felsefê heya hunerê, tîyatro, sînama, atolyeyên jinan heya yên zarokan dê di festîwalê de hebin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin