Borrell: Çar welat wê Filistînê nas bikin

11 gulan 2024 11:30
Borrell: Çar welat wê Filistînê nas bikin

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku Îspanya, Malta, Îrlanda û Slovenya wê dewleta Filistînê nas bikin.

Josep Borrell di weşana ku derengiya şeva buhurî de beşdarî radyoya RNE ya yek ji radyoya herêmî ya Spanyayê bû, bersiv da pirsa gelo roja ku Spanya, Îrlanda, Slovenya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê wê dewleta Filistînê nas bikin diyar bûye yan na.

Borrell got, "Ez dizanim ji ber ku (Jose Manuel) Albares (Wezîrê Karê Derve yê Spanyayê) ji min re got, Îspanya wê di 21ê Gulanê de Fîlîstînê nas bike."

Borrell got, "Ez dizanim Belçîka wê vê gavê nas neke, lê hîn jî ew îhtîmal heye."

Borrell li ser pirseke derbarê sînorên dewleta Filistînê de wiha got, "Em ê bi xwe vê yekê ava nekin. Jixwe di biryarên Neteweyên Yekbûyî de jî diyar e."