Bombe bi karwana leskerî ya Tirk de hat teqandin
28 nîsan 2021 17:27
PeyamaKurd – Li başûrê Idlibê bombeyeke vedayî dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê hat teqandin.
Çavkaniyên ji Idlibê dane xuyakirin ku bûyer doh 27ê Nîsanê li devera Mestûme ya Idlibê rû daye û dema derbasbûna karwana artêşa Tirkiyê bombe pê de hatiye teqandin.
Derbarê teqînê û ziyanên wê de ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye dayîn, lê belê dîmenên teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin.
Koma çekdar a bi navê Ensar Ebû Bekir es-Sidiq beriya niha 15ê Nîsanê jî êrîşeke bombeyî li dijî karwana Tirk pêk anîbû û berpirsiya xwe ya êrîşê jî eşkere kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Idlibê bombe bi karwana leskerên tirk de hat teqandin
11 cot 2020
Jiyan
Idlib | Li ser rêya M4 karwana leskerî ya Tirk hat teqandin
27 gln 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin