Boksorê Kurd kolberiyê dike

02 rêbendan 2020 20:52
Boksorê Kurd kolberiyê dike

PeyamaKurd - Boksorekî Kurd ê tîma niştîmanî ya Îranê ji ber hejarî û bêkariyê, li ser sînor karê kolberiyê dike.

Li gorî nûçeya Rûdawê Mehdî Xusrewî xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li navçeya Kanî Dînar a ser bi bajarê Merîwanê ve dijî. lê niha ji ber nedariyê Kolberiyê dike. 

Mehdî Xusrewî ku temenê wî dibe 20 sal, bi malbata xwe ya 11 kesî re dijî, lê di warê werzişa boksê de gelek jêhatî ye û endamê tîma niştîmanî ya Îranê ya Boksê ye.

Xusrewî tevî ku endamê tîma Îranê ya boksê ye lê ji ber hejariyê nikare di rahênanên tîmê de beşdar bibe û ji bo peydakirina debara malbata xwe, li ser sînor karê kolberiyê dike.

Boksorê Kurd, Mehdî Xusrewî li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, barên giran li ser pişa xwe dibe û tîne. 

Mehedî Xusrewî heta niha çendîn xelat di warê werzişa Boksîngê de bidest xistiye û tevî ku bûye yek ji babetên giring li Îranê, lê belê heta niha berpirsên werzişê yên wî welatî ti hewlek ji bo başkirina rewşa jiyana wî nedane, ku bikare di rahênanan de beşdar bibe.