Bokserê kurd Amirkhani di 8 çirkeyan de dijberê xwe naqawt kir

06 hezîran 2019 16:14
Bokserê kurd Amirkhani di 8 çirkeyan de dijberê xwe naqawt kir

PeyamaKurd – Ciwanê kurd Makwan Amirkhani, piştî navberdayîna salek dîsa vegeriya rîngê û di UFC Fight Night 153yan a li Stcokholmê de dijberê xwe yê ingilîzî Chris Fishgold têkbir û serkeftinek  girîng bidestxist.

Werzîşvanê Boksê Makwan Amirkhani ji Rojhilatê Kurdistanêİ ji bajarê Kirmanşanê ye. Ew piştî şerê Iran-Iraqê tevî malbata xwe koçî Fînlandiyayê kiriye û ji 4 saliya xwe û vir ve bi perwerdeya sporê re eleqedar e.

Amirkhani di gera yekemîn de dijberê xwe Andy Ogle di 8 çirkeyan de têkbir û ew nakawt kir û kete dîrokê UFCê. Bi vê serkeftinê re Amirkhani kete nava wan kesên ku di zûtirîn dem de dijberên xwe nakawt kirine.