Bokan | Rejîma Îranê, 3 meh cezayê hepsê li mamosteyeke kurdî birrî
PeyamaKurd – Mamosteya xwebexş a zimanê kurdî ya ji Bokanê, hatiye girtin û bo derbazkirina hukmê 3 meh cezayê girtîgehê, bo girtîgeha navendî ya Ûrmiyeyê hatiye neqilkirin.
Li gorî raporeke gihîştiye Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, Sûsan Hesenzade, çalakvana sivîl û mamosteya xwebexş a zimanê kurdî, roja sêşemiyê (26.11.2024) piştî ku bi hinceta gilîkirina xelkê bo navenda 11an polîsan a Bokanê hatibû gazîkirin, hatiye girtin. Piştî çend saetên binçavkirinê jî ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê, bo Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê hatiye veguhestin.
Hengaw bi bîr dixe ku ev çalakvana sivîl di meha îlona îsal de ji aliyê Şaxa 101ê ya dadgeha tawanan a Bokanê bi tometa “propagandaya dijî hikûmetê” mehkûmî 3 meh cezayê girtîgehê hatibû kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin