Bo serdema payizê ya Akademiya Îsmaîl Besîkçî serlêdan destpê kirin
PeyamaKurd – Serlêdanên bo serdema payizê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkçî destpê kirin. Li Akademiyê wê ders di bin sernavê ‘‘Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî’’ werin dayîn.
Li gor zanyariyan, Akademiya Îsmaîl Beşîkçî wê di navbera 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an û 23yê Kanûna Paşiyê ya 2021an de pêk were.
Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane wê herî dereng di 10.12.2020an de bên agahdarkirin.
Herwiha beşdariya Akademiyê belaş e û kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin, wê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (WÎB) sertîfîkaya beşdarbûnê bide wan. Koordînatorê vê serdemê Cumhur Olmez e.
Bernameya vê serdemê wiha ye û kesên wê dersan bidin ev in:


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin