Bo Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê Amerîkayê 2 milyon û 500 hezar dolar da

24 îlon 2020 16:59
Bo Mesîhiyên li Herêma Kurdistanê Amerîkayê 2 milyon û 500 hezar dolar da

PeyamaKurd – Bo penaberên Mesîhî yên li Herêma Kurdistanê, Amerîkayê 2 milyon û 500 hezar dolar alîkariya darayî da.

Di navbera Balyozê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Woller û Metranê Dêra Mor Yûsiv Metirsan Beşar, îro roja Pêncşemê  di 24.09.2020an de, rêkeftina alîkariyê hat îmzekirin.

Di çarçoveya rêkeftinê de, Amerîka wê 2 milyon û 500 hezar dolar bo penaberên Mesîhî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike. Ew pare wê bo Mesîhiyên ji ber şerê DAIŞê aware bûne û hatine Kurdistanê were xerckirin.

Herwiha ev alîkariya Amerîkayê, wê bo perwerdeya xelkê Mesihî yên penaber jî were xerckirin.