Bo 15 rojan hinek deverên Sirnexê bo çûn û hatinê hatin qedexekirin
27 adar 2025 00:36
PeyamaKurd – Parêzgeha Şirnexê bi sedema opreasyonan 15 deverên bajêr û navçên wê bo çûn û hatinê qedexe kir. Di nav deverên qedexekirî de Cûdî, Gabar, û Besta jî hene.
Qedexe, di navbera rojên 26ê Adarê û 9ê Nîsanê de ye. Di nav deverên qedexekirî de, ji bilî ciyên navborî, deverên Qilabanê, Kelmehmetler-Dönmezler-Kovankaya, Tahtareş, Çiyayê İncebel, Altındağları Oymakaya ku navên wan yên Kurmancî nehatin zanîn hene.
Çûn û hatina deverên navborî, bo herkesî qedexeye û kesên pêdiviya wan bi çûn an derketina ji van deveran hebe, divê îzna hêzên asayîşê, qeymeqamiyan an parêzgehê bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hinek deverên Sirnexê, ji bo çûnûhatê 15 roj hatin qedexekirin
27 brf 2024
Cîhan
Li 13 deverên Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
28 mjd 2024
Jiyan
Li hinek deverên Amerîkayê dengdanê dest pê kir
05 mjd 2024
Kurdistan
Artêşa Sûriyê derbasî deverên Kurdan nabe
29 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin