Li hinek deverên Amerîkayê dengdanê dest pê kir

05 mijdar 2024 17:30
Li hinek deverên Amerîkayê dengdanê dest pê kir

PeyamaKurd – Li New York, Vermont û hin bajar û bajarokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo hilbijartina serokekî nû dengdanê dest pê kir.

Li van herêman saet, 06:00ê şeveqê ye e û gel hêdî hêdî ber bi sindoqan ve diçin.

Ji ber li gelek eyaletan ferq di navbera demê de heye, piraniya navendên dengdanê di demjimêrên zûtir de ji dengderan re vedibin.

Nêzîkî 186 mîlyon kes ji bo hilbijartinê dê biçin ser sindoqan ku  Donald Trump û Kamala Harris tê de hevrikiyê dikin.