Blinken û Sah Ebdullah civiyan: Divê li Sûriyê hikûmeteke gistgir bê avakirin
12 berfanbar 2024 22:14
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, îro 12ê Kanûnê gihîşt Urdinê. Blînken li bajarê Eqebeyê bi Şahê Urdinê Ebdullah re civiya.
Blinken, piştî hevdîtinê li hesabê xwe yê Xê ragihand ku her du aliyan di wê civînê de behsa guhertin û geşedanên Sûriyeyê kiriye û piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo Urdinê, ewlehî û aramiya Urdinê tekez kiriye.
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku wî bi Şah Ebdullah re behsa girîngiya veguhestina desthilata giştgir ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyê kiriye ku bi hêza gelê Sûriyeyê were ser desthilatê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
YE: Divê hikûmeta nû ya Sûriyê hemû civakan nîsan bide
24 adr 2025
Jiyan
Îsraîl: Divê basûrê Sûriyê bibe herêma bêçek
27 sbt 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin